CîhanRojev

Papa: Min ji şewitandina Quranê hêrs û nefret hîs kir

Papa Francis behs şewitandina Qur’anê hefteya borî li Stockholma Swêdê kir û got: “Azadiya ramana divê tu carî ji bo şermezarkirina kesên din neyê bikar anîn,”

Papa di hevpeyvîna xwe ya ku di rojnameya El Îttîhad a Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî de hatî weşandin de derbarê şewitandina Quranê de wiha axivî:

“Her kitêba ku pîroz tê dîtin, divê rêz bê girtin da ku hurmetê nîşanî kesên ku jê bawer dikin were girtin. Bi dîtina bêhurmetîkirina pirtûka pîroz a Misilmanan min hest bi “hêrs û nefretê” kir.”

Roja Yekşemê jî Rêxistina Hevkariya Îslamî ya ku ji 57 dewletan pêk tê daxuyaniyek da.

“Divê em bi berdewamî bînin bîra civaka navdewletî ya sepandina bilez ya qanûnên navdewletî ku bi eşkere parêzvaniya nefreta olî qedexe dike,”

Xwepêşanderan ala Swêdê şewitandin

Di vê navberê de xwepêşandanên protestoyî berdewam dikin. Xwepêşanderan li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Tehranê li dijî kesekî ku li Stockholmê Quran şewitand, ala Swêdê şewitandin.

Back to top button